۱۳۹۵/۰۲/۳۰


Rejîma Îranê di Tehranê de, “binêr”ên propagendeyî li dijî PDKÎ danîne


Rejîma Îranê di Tehranê de, “binêr”ên propagendeyî  li dijî PDKÎ danîne

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê di doma çalakiyên xwe yên li dijî PDKÎ û neteweya Kurd de, “binêr” teblîxatî di cihên giştî de danîne. 
Li gora rapora ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, nawendên propagendeyî ên rejîmê, “binêr”ên hilgirê nivîsên çewtekarane û pirr ji bêhurmetî li dijî berpirsyarên hizbî di cihên giştî ên Tehranê de danîne. 


Heyamek berî niha jî nawenda xwendin û lêkolînên ser bi nawendên Îtila’atî ên rejîma Îranê pirtûkek li jêr navê “PDKΔ weşand, û naweroka wê li dijî xebata neteweya Kurd û PDKÎ ye. 

Digel destpêkirina xebata nû a PDKÎ, rejîma Îranê teblîxata xwe li dijî PDKÎ zêde kiriye. 

Danîna “binêr”ên propagendeyî ên bi vî rengî, ku çewtekarî tê de hene, di demekê de ye, ku li gora şahidiya dîroka rastîn, û xebatkarane ya PDKÎ, rejîma Îranê deskevtên şoreşa sala 1979’an talan kir, û li dijî neteweya Kurd biryara cîhadê da, û di hember de Kurdan jî bergirî ji nasnameya xwe kirin, û PDKÎ hilkeliyê vê xebata mafxwazane ye.

 14943.jpg