Dengdan li ser rakirina parêzbendiya parlemanteran di parlementoya Tirkiyê de bi rê ve çû
Kurdistanemdia: Piştî heyameke zêde behs û gengeşeya li ser egera rakirina parêzbendiyê, duh dengdan bi rê ve çû.
Di dengdana li parlementoya Tirkiyê de, ya li ser reşnivîsa rakirina parêzbendiya parlementeran, AKP’ê dengê hewce bi dest neanîn.
Xala yekem ya vê reşnivsê 350 deng anîn, lê xala duyem ya vê reşnivîsê 357 deng anîn, lê herçend ew du zal hatin pejirandin jî, lê bona vê ku ew reşnivîsa pejirandî bibe yasayî, û li destûra Tirkiyê de bihê cîdan, dibe 367 dengan bi dest bîne.
Hekî roja Înê dengdan bi rê ve here, û dîsan jî 367 deng bi dest nehên, AKP neçar e ku hawara xwe bo raya giştî û rapirsiyê bibe.
Di yekem rûniştinê de li gel 350 dengên “erê”, 148 dengên “na, û 27 dengên “vala” û 5 dengên bê alî hebûn. Dengek jî betal hate hesibandin.
Ji bo xala duyem jî li gel 357 dengên “erê”, 149 dengên “na”, 17 dengên “vala” û 6 dengên bê alî hatin avêtin.
Eger parêzbendî bêne rakirin, herî kêm 50 parlamentarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê rûbirûyî darizandinê bibin.
Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) piştgiriya xwe ji bo reşnivîsê ragihandibû.
Gelek parlamentarên Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî ragihandine ku ewê reşnivîsê red bikin, herçendî ku serokê giştî Kemal Kiliçdaroxlu gotibû ku ew dê dengê erê bide.