۱۳۹۵/۰۲/۲۹


Li şerê di navbera Îslamîstan di Sûriyê de, zêdetir ji 300 kesî hatin kuştin


Li şerê di navbera Îslamîstan di Sûriyê de, zêdetir ji 300 kesî hatin kuştin

Kurdistanmedia: Di encama şer û pevçûnmên giran di navbera girûpên Îslamî de, li herêma “Xûteya Rojhilat” zêdetir ji 300 kesî canê xwe ji dest dan. 
Ji rojên dawiyê yên meha Nîsanê ve şerên giran bona destgirtina bi ser herêma “Xûteya Rojhlat” li Sûriyê di navbera girûpa terorîstî ya Ceyş El-Îslam, û Cibhet El-nusre de berdewam e. Cibet El-nusre tayek ji tora terorîstî ya Elqaîdeyê ye.
Çavdêrên mafên mirovan li Sûriyê ku nawenda wê di Brîtanyayê de ye, ragehandiye ku di şer û pevçûnên vê dawiyê de, zêdetir ji 300 kesî hatine kuştin. 

Di vê navberê de 10 kesên sivîl jî jiyana xwe ji dest dane, ku yek ji wan zarok bûye.

Tê gotin ku pizişkeke jin jî di vê şer û pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye, ku dawî pizişka jinan di vê herêmê de bûye.