۱۳۹۵/۰۲/۲۹


Albanî encamderê teqîna di ofîsa Hizba Komara Îslamî de radest nake


Albanî encamderê teqîna di ofîsa Hizba Komara Îslamî de radest nake

Kurdistanemdia: Fermandê “NACA”yê ragehand ku ew kesê di ofîsa Hizba “Cimhoriyê Îslamî” de bombe danîbû, li Albaniyê de ye, lê ew, wî kesî radestî me nakin. 
Li gora nûçegihaniyan, Husên Eşterî fermandarê hêza Întizamî a Komara Îslamî a Îranê, ragehandiye ew kes endamê “Mucahinê Xelq” e, û niha li Albaniyê de ye. Ew kes jin e, û di sala 1981’an de bomb di ofîsa Hizba “Cimhoriyê Îslamî” de danîbû. 
Pêştir hatibû ragehandin ku ew kes navê wî, Mes’ûd Kişmîrî ye, lê niha ew yek tê retkirin, û li gora lêkolînên hêzên ewlekariya rejîma Îranê ew kes jin e. 

Hejmarek ji endamên Saziya Mucahidînê Xelq piştî du êrîşên çekdarî li dijî cihê akincîbûna wan, li kempa Lîbirtî li Îraqê de, bi alîkariya NY di sala 2013’an de, bo Albaniyê hatin veguhastin, û heya niha jî, hemû bo wir nehatine şandin, û tê texmînkirin ku 3 hezar endamên “Mucahidînê Xelq” di Albaniyê de bin.