۱۳۹۵/۰۲/۲۰


Dehan endamên Spaha Pasdaran di Sûriyê de hatin kuştin


Dehan endamên Spaha Pasdaran di Sûriyê de hatin kuştin

Kurdistanmedia: Di demekê de ku malpera rojnameya “Jame Jam” bas ji girtin û kuştina dehan endamên Spaha kiriye, Spaha Mazenderan rêjeya wê bo 13 kesan kêm kiriye. 
Spaha Pasdaran şaxê Mazenderanê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku di pêvajoya şerê li derdora Helebê de, 13 kes hatine kuştin, û 21kesên din jî birîndar bûne, lê malpera “Farda News” ser bi Ehmed Tewekolî di nûçeyekê d eragehand ku di vê êrîşê de, ku li dijî hêzên Spaha Pasdaran pêk hatiye, zêdetir ji 80 kesî hatine kuştin, ku piraniya wan ser bi hêza Fatimiyon in. 
Hevdem digel belavbûna vê nûçeyî, nûçegihaniya Tesnîm belav kir, ku Elî Ekber Wilayetî rawêjkarê Xamineyî serdana Beşar Esed û beşek ji berpirsyarên dewletî ên Dîmeşqê kiriye, û tê de bas ji berdewamiya piştevanîkirina ji dewleta Sûriyê kiriye. 

Navbirî herwisa di vê serdanê de, serdan paşmayî û birîndarên vî şerî kir û ji nêzîk ve çav li rewşê kir.