۱۳۹۵/۰۲/۲۰


Bona serîtewandina bi Kurdan, MHP û AKP nêzî hevdu dibin


Bona serîtewandina bi Kurdan, MHP û AKP nêzî hevdu dibin

Kurdistanmedia: Niha ku şer û pevçûnên dijwar di Tirkiyê de hene, û Kurd li ser standina mafê xwe pêdagir in, AKP û MHP bona têkbirina Kurdan li hev nêzîk dibin. 
Li gora nûeyên ku belav dibin, ew nêzîkatiya du partiyên wekî MHP û AKP ku hertim dijayetiya hev dikirin, li ser hesab a Kurdan e, û bona serî tewandina bi gelê Kurd di Bakura Kurdistanê de ye, ku serbarê hemû zext û givaş û serkutên bêrehmena serî natewîne û li ser standina mafê xwe pêdagir e. 
Piştî vê ku AP di hilbijartina 7’ê Hezîranê de gelle ji dengên xwe ji dest dan, û dengên wê gihtin jêr %40, û nekarî bi tenê hikûmetê pêk bîne, hewl da ku di hilbijartin apêşwext de, gotar û siyasetekê peyrew bike, ku bi dilê dengderên MHP’ê be, lewra siyaseteke neteweperestane girte pêşiya xwe, û vê care berevajiyê carên pêşîn ku bas ji piroseya çareseriyê dikir, vê care bi eşkereragehand ku kêşeya Kurd hatiye çareserkirin û niha di Tirkiyê de kêşeyek bi navê kêşeya Kurd tune ye. Her piştî badana AKP ber bi vê gotara neteweperstane bû ku wan karî bala dengderên MHP’ê jî bo aliyê xwe rakêşin, û bi tenê hikûmetê pêk bînin. 

Dema ku MHP’ê jî dît ku AKP êdî bas ji pirsa Kurd nake, û pirsa Kurd wekî destpêkek bona perçe perçekirina Tirkiyê dihesibîne, wan jî piştgirî da AKP’ê. Di hember de AKP jî bi tewahî piştgiriya baskekê (cinahekê, balekê) di nav MHP’ê de dike, ku baskê dewlet Baxçelî ye. Jibe rku di nav MHP de jî baskek bihêz heye ku li dijî serokê MHP’ê û diyasetên wî ye. 

MHP ku di 9’ê Şibata sala 1969’an de hatiye avakirin, û ji sala 1997’an şûnda Dewlet Baxçeî serokê wê ye, û li hilbijartina 7’ê Hezîranê de 80 kursî bi dest xistibûn, lê piştre di hilbijartina pêşwext de, tenê 46 deng bi dest xistibûn, niha radigehîne ku “piroseya çareseriyê hate binaxkirin”. 

Lê di hember de Kurd bi hemû hêza xwe ber xwe didin, û dibêjin heya çareseriya pirsa Kurd wê berxwedaniya me dom hebe, û em tu carî serî natewînin.