Şehîdnoxt Mowlawêrdî: Em nîgeran in ku “Polîsê Veşartî” bi xwe namûsa xelkê bike armanc
Kurdistanmedia: Cîgira serkomarê rejîma Îslamî ya Îranê di karûbarê jin û malbatê de, xistinekar ya 7 hizar Polîsên Veşartê (Polîsê Namehsûs) li jêr navê “Polîsê Ewlehiya Exlaqî” bi tundî rexne kir û ragehand ku, wê vê mijarê di civîna heyeta dewletê de bixe ber bas.
Şehîndoxt Mowlawêrdî ji rêya torên civakî ve, serbarê vê ku Îşaret bi mentalîteya (Zêhniyet) gelaleyên weha di salên derbazbûyî de û di demsala Havînê de kir ragehand ku, “Tirsa vê yekê heye ku gelaleya han tenê di haydarî û hoşdariya li hember bêhicabiyê here qonaxa cîbicîkirinê, wate di cihê vê de rûyê haydarî û hoşdariya Polîsê Veşartî li wan kesan be ku destê xwe dirêj dikin namûsa xelkê, bi xwe bibe destdirêjî bo ser namûsa xelkê.

Navbirî di beşek din ya gotinên xwe de tekez dike ku, nêrîn û baweriya xelkê li seranserî cîhanê eva ye ku, polîs parêzerê can û mal û namûsa xelkê ye û xelik bi dîtina polîsan, hest bi ewlehî û rihetiyê dikin.
Mowlawêrdî di dawiyê de dibêje, hekî armanc ji gelaleya Polîsê Veşartî ku li jêr navê rêgirî ji “Azardanên Namûsî” hatiye darêtin, daxwaza hemwelatiyan be, hewce bû ku di dema darêtina gelaleyê û birêvebirina wê de, nêrîna xelkê û şareza û karnasan jî, hatiba berçav girtin.