۱۳۹۵/۰۲/۰۵


Mêrkil ji cihekê aram ji penaberan re digere


Mêrkil ji cihekê aram ji penaberan re digere

Kurdistanemdia: Angila Mêrkil li pey dîtina cihekî aram û tena di nav xaka Sûriyê de digere, da ku bikare penaberan di vir de bihewîne. Tirkiyê jî ew pilan hebû, lê girûpên hawarhatinê amade nebûn, ku ji vê pilanê re bibin alîkar.
Mêrkil ku duh serdana Tirkiyê kir, da ku serdana kempên penaberan bike, û bi rayedarên Tirkiyê re di vê derheqê de baxive, daxwaza herêmekê o akincîkirina penaberan kiriye, ku tê de şer tunebe. 


Eva di demekê de ye ku cardin şer dest pê kiriye, û dewlet û opoziosyona hevdu bi binpêkirina agirbesê tometbar dikin. 

Her di vê derheqê de nûçegihaniya Royterzê belav kiriye ku NY hişdarî daye wan welatan, û ragehandiye ku dibe ewlehiya canê penaberan bê parastin. 

Enqere û YE di vê dawiyê de li hev kirin ku Tirkiye penaberan ji Yûnanê vegerîne Tirkiyê, û ew kiryara wan rastî nerazîbûna berfireh ya NY bû, û NY ragehandiye ku ew biryar li dijî yasayên navneteweyî ên taybetî bi alîkariyên mirovî ye. Tirkiyê li hemberî YE de, di çarçoveya vê lihevkirinê de, berpirsyar e û nabe bihêle ku penaber rû bikin welatên wan. 

Yek ji daxwazên herî sereke ên Enqerê di hemberî vê alîkariyê de, ew e ku YE bi bêy vîza îzna hevwelatiyên Tirk ku serdana welatên endam di YE de bikin. 

Serbarê Angila Mêrkil serokê Yekîtiya Ewropa jî serdana Tirkiyê kiriye. Navbirî jî di vê serdanê de rola Enqerê di pêregihîştina bi rewşa penaberan bilind nirxand, û ragehand Tikiyê jî di vê derheqê de gelek alîkarî bi penaberan re kir. 

Ji aliyekî din ve Rêkxirawa lêborîn navneteweyî rexne li Tikiyê girtiye, û ragehandiye ku mafê wan di Tirkiyê de tê binpê kirin.