Pêkhateyên Dûzxurmatoyê bawerî bi agirbesê nemane
Kurdistanmedia: Serbarê vê ku şer li Dûzxurmatoyê hatiye sekinandin, lê xelkê vê herêmê dibêjin ku destê derekî, û bi taybetî rejîma Îranê di van aloziyan de heye.
Piştî geşbûna agirê şer li Dûzxurmatoyê, aliyên Kurd û Heşda Şe’ibî ketin nav hewildanan de, da ku vî şerî bidin sekinandin, û di vê çarçoveyê de, fermandeyê Rêxistina Bedir, hadî Amirî jî bo kontrolkirina rewşa şer, û pêkanîna gotûbêjan bi fermandeyên Hêzên Pêşmerge re serdana Kerkûkê kir.
Piştî geşbûna agirê şer li Dûzxurmatoyê, aliyên Kurd û Heşda Şe’ibî ketin nav hewildanan de, da ku vî şerî bidin sekinandin, û di vê çarçoveyê de, fermandeyê Rêxistina Bedir, hadî Amirî jî bo kontrolkirina rewşa şer, û pêkanîna gotûbêjan bi fermandeyên Hêzên Pêşmerge re serdana Kerkûkê kir.
Piştî civînê, Necmedîn Kerîm û Hadî Amirî di konfranseke rojnamevanî de amade bûn. Di vê konfransa rojnamevanî de Hadî Amirî ragihand: “Em lihev hatin, li ser sekinandina şer, û ragihandina agirbesê. Di nêzîktirîn dem de emê civînek berfireh saz bikin daku bi awayekê bingehîn vê arîşeyê çareser bikin.”
Li gora zanyariyan piştî lihevkirina Heşda Şe’bî û aliyên Kurdî û lihevkirina siyasî û leşkerî ya wan du aliyan, hêzeke Heşda Şe’bî dikevin boseya DAÎŞ’ê, û hejmarek ji wan têne kuştin û birîndarkirin.
Herweisa piştî lihevkirinê, hevwelatiyek şehîd bû, û du kesên din jî birîndar bûn.
Derheq dawî hejmara şehîd û birîndarên di dema şerê wan çend rojan de, tê gotin ku zêdetir ji 10 pêşmerge di vî şerî de şehîd bûn, û gellek xelkê medenî jî birîndar bûn, û ji çekdarên Heşda Şe’bî jî zêdetir ji 25 kes kuştî û 40 birîndar hebûn, û gellek ji avahiyên Kurdan jî di dema şer de hatine şewitandin.
Ew şer Şeva 23’ê Nîsanê li Dûzxurmatoyê dest pê kir, û di nava kolanan, û hewşên malan de dest pê kir, û li gora gotina akinciyên herêmê ew der bona pêkvejiyanê nabe.
Herçend ku niha Hêzên Pêşmerge û Milîsên Şî’e li ser îlankirina agirbesê, û rawestandina şer li Xûrmatuyê lihev kirine.
Di 12’ê Mijdara 2015’an de jî, navbera Kurd milîşên Şî’e yên Heşdî Şe’ibî de alozî derketibû, û wan aloziyan çend mehan berdewam kiribû.