۱۳۹۵/۰۲/۰۶


Heyeteke PKK’ê serdana binkeyên Hêza Taybet a PDKÎ kir


Heyeteke PKK’ê serdana binkeyên Hêza Taybet a PDKÎ kir

Kurdistanmedia: Heyeta Deftera Siyasî a PDKÎ pêşwazî ji heyeteke PKK’ê kir, ku bi armanca rûniştin û domandina hevahengiyan û bihêzkirina têkiliyan, serdana binkeyên Hêza Taybet a PDKÎ kirin. 
Roja Yekşemiyê 25’ê Nîsanê heyeteke PKK’ê bi serokatiya heval Sofî Nûredîn endamê serkirdayetiya PKK’ê û berpirsyarên leşkerî ê vê partiyê, serdana binkeyên Hêza Taybet a PDKÎ li ser sînorên Rojhilata Kurdistanê kir, û ji aliyê heyeteke nûnerê Deftera Siyasî a PDKÎ bi serperestiya Rostem Cehangîrî endamê Deftera Siyasî û berpirsyarê Komîsyona Siyasî-Nizamî ve hate pêşwazîkirin.


Di vê hevdîtinê de, tevî guherîna bîr û rayan, û nirxandina rewşa siyasî a herêmê û rewşa Kurd bi giştî, pêdagirî li ser dostatî û pêwendiyên dostane yên di navbera PDKÎ û PKK’ê de hate kirin, û pêdagirî li ser vê yekê hate kirin, ku di rewşa niha de, Kurd bi giştî û di hemû beşên Kurdistanê de, hewcehiya hevahengî û lihevnêzîkbûna hêzên nîştimanî ên Kurdistanê zêdetir bûye. Herwisa bas û pêdagirî li ser alîkarî û hevahengiya di navbera hêzan, û bi taybetî PDKÎ û PKK’ê de hate kirin. 
Di dawiya vê hevdîtinê de, heyeta mêhvan bi hurmet ve ji aliyê PDKÎ ve hate birêkirin.


14553.JPG


14554.JPG