۱۳۹۵/۰۱/۲۲



Nûnerê Weliyê Feqîh karberên Înternetê li xwe dane kenandin


Nûnerê Weliyê Feqîh karberên Înternetê li xwe dane kenandin


Kurdistanmedia: Nûnerê Xamineyî di Meşhedê de ser ji nû bi axivtinên xwe, bikarhînerên torên civakî li xwe dane kenandin.



Pêşnimêjê pawanxwaz ê bajarê Meşhedê roja borî jin û cîhana “mecazî” bi tundî rexne kir. 

Navbirî di nimêja Înê de torên civakî bi riya dijmin şibihand û bangewaza vê yekê kir ku xiraptirîn destêwerdanên di hilbijartina welat de her ji vê riyê ve bûn. 

Syîd Ehmed Elem El-huda di doma axivtinên xwe de got: “22 milyon Îranî tevlî telegramê bibûn, div ê nermealavê de, kanala dij bi Îslamê û bingehên Îslamê heye. 

Wî axûndî herwisa di derheqê jinan d ejî got: “Xwedanepoşîn ji gendeliya malî xiraptir e”.

Wî endamê meclisa Xubrigan di doma axivtinên xwe de ku di civîna Mehdiye ya Meşhedê de anîbû ber bas, got ku “Xwexemilandin û ciwankirina jinan alavek e bo neçarkirina 100 kesî bi karê heram.

Elem El-huda 72 sal e ku ji kesayteiyên tundajo ên nêzî Elî Xamineyî ye, û helwestên wî ên li dijî jinan di Îranê de berçav û binavûdeng in. 

wî berê jî ragehandibû ku birêveçûna konserta muzîkê, cureyek ji lotîtî û serberedayî ye.