Lîbermen: Rejîma Îranê ewlehiya herêmê têk dide
Kurdistanmedia: Senator Lîbermen bi weşandina mijarekê di “Waşington Post”ê de, rola rejîma Îranê di herêmê de têkderane bi av kiriye.
Li gora nûçegihaniyan, ew mijara Lîbermen di bersiva gotara Cewad Zerîf Wezîrê Karê Derve yê rejîma Îranê de hatiye nivîsandin, ku tê de hatiye: “Zerîf îdia kiribû ku rejîma Îranê zêdetir ji 2 sedsala ye, ku dest bi tu şerekî nekiriye, lê piştgiriya rejîma Îranê ji terorîstên ku bi sedan Amerîkayî kuştin,û hebûna hêzên Spaha Pasdaran û Hizbullah û milîşên Şî’e û çek û teqemeniyên vê rejîmê di Sûriye, Îraq û Lubna û Yemenê rastiya îdiaya Zerîf ret dike.

Lîbermen di vê gotara xwe de bi hûrî bas ji vê kiriye ku li gora yasayên Amerîkayê, rejîma Îranê niha jî çavkaniyeke cihê nîgeraniyê derheq “pûlşûyî”yê ye, û Spaha Pasdaran û şîrketên di bin çavdêriya Spaha Pasdaran, û çalakiyên wan de, gefeke cidî ne li ser ewlehiya herêmê.
Lîbermen di beşeke din ya gotara xwe de, bas ji serkutkirina jinan, û neyarên siyasî, rojnamevanan jî di Îranê de jî kiriye.