۱۳۹۵/۰۲/۰۸

Almanya binkeya leşkerî di Tirkiyê de, bo şerê DAÎŞ’ê ava dike


Almanya binkeya leşkerî di Tirkiyê de, bo şerê DAÎŞ’ê ava dike

Kurdistanmedia: Almanyayê bona êrîşên xwe ên li dijî DAÎŞ’ê dixwaze ku binkeyeke esmanî ya taybet bi xwe di Tirkiyê de ava bike. 
Heftînameya “Spiegel online” di raporekê de bas ji sazkirina binkeyeke esmanî ya taybet bi xwe di Tirkiyê de dike, ku wê li dijî DAÎŞ’ê bi kar bîne. 


Li gora vê çavkaniyê biryar e ku di binkeya Încirlîkê de, nêzî 65 milyon Euro ji bi avakirina cihekî bona rabûna firokeyên şer ên Almanyayê, û herwisa şûnekê bona bêhnvedana leşkerên wan, û fermandehîkirina van êrîşan, di vê binkeyê de bê sazkirin. 

Di dema derbazbûyî de, firokeyên Tornado ên Almanyayê di Încirlîkê de hatine bicihkirin. 

Ew balafiran bi sedema van taybetmendiyên ku hene, dikare alîkarekî baş bin, bona geriyan û alîkarîkirina hêzên hevalbendan li dijî DAÎŞ’ê, ku rojane cihê DAÎŞ’ê li Îraq û Sûriyê bikin armanca êrîşên xwe ên esmanî.

Herwisa biryar e ku di şeş mehên bê de, nêzî 10 milyon Euro bona sazkirina cihekî leşkerî bo çalakiya balafirên şerker ên Tornado, û firokeyên dijî tank ên “Airbus” bihê danîn.

DAÎŞ di Tîrmeha 2014’an ve, îdiaya xelafeta Îslamî dike, û heya niha beşeke zêde ji herêmên Îraq û Sûriyê di bin deshilata xwe de ragirtiye.