۱۳۹۵/۰۱/۲۲



Kerobî nameyek li dijî Xamineyî belav kir


Kerobî nameyek li dijî Xamineyî belav kir


Kurdistanmedia: Yek ji rêberên tevgera kesk li Îranê deshilatdarê niha yê Îranê wekî kesekî serberedayî hesiband.
Li gora rapora nûçegihaniyên navxwe yên Îranê, Mêhdî Kerobî nameyek ji bo serkomarê rejîmê nivîsandiye, ku daxwazê jê dike, “dageheke bi eşkere” jê re pêk bînin. 
Ew kesayetiyê naskirî ê tevgera kesk di nameyeke servekirî de, bi awayê ne rasterast bersiva lêdwanên Elî Xamineyî daye.




Kerobî nivîsandiye: “Yên ku sermayeya madî û me’inewî ya welat xistin ber piyê derevekê, û encama vê hişyariyê jî ji hemiyan re eşkere ye, ew kes bûne necîb, û ên ku hişdfarî dan û ew rojên weha pêşbînî kirin, di van çend salên dawiyê de yan bi awayekî ne yasayî hatin girtin, yan jî bûne nanecîb”. 

Ew gotina Kerobî rast di bersiva axivtinên Xamineyî de ye ku çend hefteyan berî niha digel endamên kevn ên Meclisa Xibrigan a nehem ew axivtin kiribûn. 

Destêwerdana di nava karûbarên welatên herêmê de û gemaroyên aborî û guneha vê rewşê di beşeke nameya Kerobî de xistine stûyê siyaseta deshilatdarên niha ên Îranê. 

Di vê nameyê de ku di “Seham news” de hatiye weşandin, tevî vê ku bas ji kesekî têkder û şerût di rûdawa kudetaya 28.05.1332 (Tebaxa sala 1953)’an de dike, bas ji vê jî hatiye kirin ku deshilata niha ya Îranê hemû rojê destyek ji tevdanîkaran bi armanca êrîşkirina li ser kesayetiyên siyasî û mesebî, balyozxaneya welatanm û nawendên zanistî û hunewrî perwerde dike. 

Çalakên siyasî û nawendên parêzvanê mafên mirovan bangewaza vê dikin ku hêzên ewlekariya rejîmê ya Îranê bi hezaran kesî di bûyerên pêwendîdar bi hilbijartina serkomariyê di sala 2009’an de destbiser kirin, yan jî birîndar kirin, yan jî kuştin û bêserûşûn kirin. 

Di dawiya sala 2009’an şûnda heya niha eva yekem car e ku yek ji rêberên tevgera kesk nameyeke fermî belav dike. 

Mîrhusên Mûsewî, Zara Rehnewerd û Mêhdî Kerobî rêbertiya tevgerekê kirin, ku bi tevgera kesk hatiye naskirin. 

Ew kesane ji encama hilbijartinên serkomariya rejîmê nerazî bûn ku Ehmedînijad ji sindûqan derxistina, û wan bas ji “endazyarîkirina hilbijartinê” dikirin.