Endam û alîgirên HDKÎ bi bineya roja şehîdên Kurdistanê çalakiyên teblîxatî lidarxistin
Kurdistanmedia: Endam û alîgirên Hizba Demokrata Kurdistanê, bi hinceta 10’ê Xakelêwe roja şehîdên Kurdistanê, li gund û bajarên Kurdistana Rojhilat, çalakiyên teblîxatî lidarxistin.
Her di vê derheqê de rêwîngên rêbaza pîroz ya Hizba Demokrat li bajarê Kamyaranê û li xwendingehên yekem û duhem ên dowanawendî, apartimana şehreka “Bê’set”, xwendingeha dowanawendî ya “Rahê Danêş”, xwendingeha dowanawendî ya “Mo’elim”, xwendingeha “Razî” û taxên şehreka “Tirwe Rêz” û “Nexweşxaneya Sîna” çalakiyên teblîxatî lidar xistin.
Her bi boneya roja şehdên Kurdistanê, endam û alîgirên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê li “Bayîngan”ê jî çalakiyên teblîxatî meşandin.
Her derheq bi roja 10’ Xakelêwe wate roja şehîdên Kurdistanê, li gundê “Mîraw” ya ser bi “Jawero” ya Sinê jî, çalakiyên teşkîlatî û teblîxatî hatin lidarxistin, û herweha liser çiyayê “Hewt Kaniyan” jî ala Kurdistanê hate hildan.
Li bajarê Serdeştê jî evîndarên rêbaza Qazî û Qasimlo û Şerefkendî, bi boneya roja şehîdên Kurdistanê çalakiyên teblîxatî birêve birin.