۱۳۹۵/۰۱/۲۹


Ehmed Ceneteî: Hinek rayedarên bilind ên hikûmetî dahatên mezin ên Îranê dibin derveyî welat


Ehmed Ceneteî: Hinek rayedarên bilind ên hikûmetî dahatên mezin ên Îranê dibin derveyî welat

Kurdistanamedia: Pêşnimêjê demkî yê Tehranê di gotara xwe ya roja Înê 15’ê Nîsanê de ragehand ku, “Hinek ji rayedarên payebilind ên hikûmetî û hinek jî di kerta “Teybet” de, serwet û saman û dahatên herî mezin ên Îranê bo welatên Endonêzî û Îmarat û Turkiyê û Awrûpayê vediguhêzin.
Ehmed Cenetî di vê derheqê de dibêje ku, gerek rê bi wan kesan nehê dayîn ku, bi rihetî û senahî ew pereyên milyard Tûmenî û milyar Dolarî, ku ne diyar e ji çi rêyekî hatine bidestxistin, kom û xerc bikin.


Ehmed Cenetî ku hevdem sekreterê “Şêvra nobedar” e, di navbera gotinên xwe de rasterast navê tu kesekî ne anî, lê navbiî berê jî çendîn caran neyarên xwe di nava sîstema rejîma Komara Îslamî de, bi vê yekê tometbar dikirin.

Bo mînak di sala 2010’an Ehmed Cenetî ragehand ku serkirdeyên “Fitnê” yek milyar Dolar pere ji Erebistana Si’ûdiyê wergirtine, û qirar e bi nûneratiya Amerîkayê, hekî sîstema Komara Îslamî herifandin, 50 milyar Dolarên din jî wergirin.

Cenetî di beşek din a gotinên xwe de liser Sipaha Pasdaran disekine û dibêje ku, Sipaha Pasdara “Çiqlê çavê hinek kesane”, û ew kes di gotarên xwe de, Sipaha Pasdaran “Digezin” an ku pêve didin.

Navbirî herweha dibêje ku hekî Sipah û Besîc û Hizbullahî û ew kesên ku di hemû demekî de canfîda amadebûna xwe nîşan didin, nebin, êdî kê dixwaze ku pîlanên neyaran pûç û welatê me biparêze.