Di roja 10’ê Xakelêwe de, şehîdên Kurdistanê hatin bibîranîn
Kurdistanmedia: Bi boneya 10’ê Xakelêwê roja şehîdên Kurdistanê, sekreterê giştî ê PDKÎ Mistefa Hicrî û endamên rêberayetiya PDKÎ û kadr û pêşmerge û malbatên wan, serdana goristana şehîdên PDKÎ kirin.
Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, Îro Sêşemiyê 10’ê Xakelêwe roja şehîdên Kurdistanê, rêûresma rêzgirtina ji xebat û tekoşîna şehîdên riya azadiya Kurd û Kurdistanê, bi birêvebirina rêjeya leşkerî dest pê kir.
Piştî vê ku desteyek ji pêşmergeyan bi rêjeya leşkerî digel beşdarên rêûresmê ber bi goristana şehîdan ve meşiyan, û gihîştin wir, du sirûdên taybet bi vê rojê, bi navên “Ey Şehîdan” û sirûda “Merêjin bom firmêskî xem” ji aliyê du komên pêşmergeyan ve hatin xwendin.
Di beşeke din de Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ digel Silêman Senayî ku bavê wî şehîdê PDKÎ ye,qevdeke gulan li ser qebrê şehîdekî PDKÎ danîn.
Piştre jî hemû beşdarên rêûresmê ber bi hola pêşangeha şehîdan ve meşiyan, û ew pêşangeh ji aliyê Mistefa Hicrî sekreterê giştî û Ayişe Dirûdger xûşka du şehîdan ve hate vekirin, û beşdaran bi serdankirina vê pêşangehê rêz û hurmet ji xebat û tekoşîna wan şehîdan girtin, û cardin emegdariya xwe bo hemû şehîdên riya azadiya Kurd û Kurdistanê ducarî kirin.
Di beşeke din ya vê rê û resmê de, ku di hola giştî ya rêûresmên PDKÎ de bi rê ve çû, sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” hate xwendin û deqeyekê bêdengî bona rêzgirtina ji riha pak ya hemû şehîdên riya rizgariya Kurdistanê hate ragehandin.
Piştre peyama Komîsyona Civakî a PDKÎ ji aliyê Tahir Mehmûdî endamê Komîteya Nawendî a PDKÎ ve hate pêşkêşkirin.
Piştre sirûdek li jêr navê “Xwîna Xakelêwe”ji aliyê koma muzîkê a PDKÎ ve pêşkêşî beşdaran hate kirin.
Piştre peyama hevbeş ya Yekîtiyên Jinan, Ciwanan û Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê, ji aliyê Selam Îsma’îlpûr endamê heyeta birêveberiya Yekîtiya Xwendekaran ve hate xwendin.
Piştre pexşanek li jêr navê “Xorî Xakelêwe” ji aliyê hevalê pêşmerge Cemal Fethî û pexşanek din jî ji aliyê “Ebdulrehman Yusifî” ve li jêr navê “Sêdare û jiyan” hatin pêşkêşkirin.
Di dawiyê de sirûdek ji aliyê koma muzîkê ya PDKÎ ve hate pêşkêşkirin. Herwisa bi boneya 10’ê Xakelêwe roja Şehîdên Kurdistanê çendîn aliyan û partiyên siyasî û kesayetiyan peyamên xwe pêşkêşî rêûresman kiribûn ku weha bûn:
Peyama Şêx Çapok fermandarê bajarê Koyê
Melbenda 14’ê ya Koyê, YNK
Partiya Demokrat a Kurdistanê, navçeya Koyê
Yekgirtûya Îslamî a Kurdistanê, Koye
Hizba Şiyu’î a Kurdistanê, komîteya Koyê
Tevgera Goran, Koye
Yekîtiya Zanayên Îslamî taya Teq Teqê