6 endamên Spaha terorîst ya Pasdaran, di encama şer û pevçûnên di Sûriyê de hatine kuştin
Kurdistanmedia: Ragehandinên ser bi rejîma Îslamî ya Îranê eşkere kirin ku, 6 endamên Sipaha terorîst ya Pasdaran, di encama şer û pevçûnên di Sûriyê de hatine kuştin, û hevdem termê 7 Pakistanî û Efxaniyên din, ku endamên Tîpên leşkirî ên “Zêynebyûn” û “Fatimiyûn”ê bûn û li Sûriyê tevî hêzên ser bi Beşar Esed, li hêzên şoreşgêr dixistin, hatin binaxkirin.
Nawenda deng û renga ya ser bi rejîma Îslamî ya Îranê ragehandin ku, Heyder Îbrahîmxanî, endamê desteya “Mohendsî Rezmî yê 43 yê Îmam Elî” ya ser bi Sipaha Melayêrê, yek ji wan kesane ku di Sûriyê de hatiye kuştin.
Heyder Îbrahînxanî piştî Husên Hemedany, Mecîd Sani’î, Mocteba keremî, Mîlad Mostefewî, Mohsên Fanûsî û Mortêza Torabî, kesê 7’ê ye ku xelkê parêzgeha Hemedanê ye, û di şer û pevçûnên Sûriyê de tê kuştin.
Roja Sêşemî 5’ê Nîsanê jî, Riza Mohemed Silêmanî yê fermandarê Sipaha parêzgeha “Çarmehalê Bextyarî” ragehand ku, Serheng Elî Tahirî li Sûriyê hatiye kuştin.
Her di vê derheqê de Serheng “Ebas Bayramî”, cîgirê hevahengiya sipaha parêzgeha Gîlanê jî ragehand ku, du pasdarên tîpa emelyatî ya “Mîrza Kûçekxan” bi navên “Se’îd Mosafêr” û “Cemal Riza” di encama şer û pevçûnên li Sûriyê de, bi destên hêzên şoreşvan ve hatine kuştin.
Eva di demekî de ye ku serbarê hzêzên Îranî, Pakistanî û Efxaniyên ku akinciyê Îranê ne jî, bo Sûriyê tên şandin da ku tevê hzêzên ser bi Beşar Esed, li hêzên azadîxwaz bixin.