40%ê xelkê Îranê di bin hêla hejariyê de ne
Kurdistanmedia: Aborînaz û şarezayên warê hejariyê û rewja hejarî û jiyana di Îranê de ragehandin ku 40%ê xelkê Îranê di bin hêla hejariyê de jiyan dikin
Husên Raxfer ê aborînas û lêkolerê warê hejariyê, di lêkolîneke girûpî de, têkiliya di navbera hejarî û geşeya aborî ya di çarçoveya pirograma vegeşiyana aborî şirove dike û vê yekê diselîmîne ku, 40%ê xelkê Îranê di bin hêla hejariyê de ne.
Lêkolîna navbirî herweha eşkere dike ku pişka malbatên hejar ji dahata giştî ya Îranê, tenê 13%ê bûye, eva di demekî de ye ku pşka nifûsa zengîn ji dahata giştî 87%ê bûye û herweha li gorî amar û datayan, bilindbûna nirxa enfilansyonê bûye sedemma kêmbûna şiyana kirînê bal xelkê Îranê.
Lêkolîn tekezê liser vê yekê dike ku, siyaseta vegeşiyana aborî, bandor liser kêmbûna dahat û nifûsa di bin hêla hejariyê de nine.
Her di vê derheqê de jî hinek ji rayedarên rejîmê vê rastiyê diselimînin û dibêjin ku, bernameya vegeşiyana aborî bûye sedema ne vekhevî û nebûna hevsengiyê di herîmên curbicur ên Îranê de.
Amarên fermî serbarê wan hemû sansor û destkarîkirinan, bas ji vê yekê dikin ku, hejariya di Îranê de gihiştiye ew qasê xwe.