۱۳۹۵/۰۸/۱۱


Yekîneyeke berhemanînê, kesên leşkerî werdigre

Yekîneyeke berhemanînê, kesên leşkerî werdigre

Kurdistanmedia: Nêzî 15 kes ji pirsonelên xanenişînkirî ên hêza Întizamî ya rejîmê, di komanyayeke berhemanîna çîmentoyê di Bîcarê de kar dikin.
Li gora rapora nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê, karxaneya çîmentoyê ya Kurdistanê li Bîcarê de, beşa nobedariyê daye destê peymankarên taybet, û wan ji dest kirine bi wergirtina kesên nizamî (leşkerî)ên xanenişînkirî. 

Yek ji wan leşkeriyên xanenişînbûyî, ku di beşa nobedariyê de hatiye wergirtin, ji endamên pêşîn ê NACA’yê ye. Di doma vê raporê de hatiye ku di 2 salên borî de, zêdetir ji 250 kes ji karker û karsazên kompanyaya Çîmentoya Kurdistanê xaenişîn bûne. 

Wergirtina kesên leşkerî, di demekê de ye, ku serokê vê şîrketê, di bin zexta çalakên kedkarî de, wergirtina kesên ne xwecihî ragirtibû. 

Nirxa bêkariyê di parêzgeha Kurdistanê de %20 em ku di raserî welat de, pileya sêyem heye.