۱۳۹۵/۰۸/۱۲


Taczade: Rola rejîma Îranê di serkuta xelkê Sûriyê de karesat bû

Taczade: Rola rejîma Îranê di serkuta xelkê Sûriyê de karesat bû

Kurdistanmedia: Mistefa Taczade, ji kesayetiyên naskirî ê reformxwazan, û endamê Şêvra Nawendî ya “Cibhêyê Moşariket” daxwazkarê derketina hêzên leşkerî ên Îranê ji Sûriyê bûye. 

Mistefa Taczade, ji kesayetiyên naskirî ê reformxwazan, û endamê Şêvra Nawendî ya “Cibhêyê Moşariket” ragehandiye ku rejîma Îranê çû, da ku piştgiriya hêzên Beşar Esed bike, da ku şerê beşeke din ji xelkê Sûriyê bike, ku ew yek destpêka karesatê bû.

Mistefa Taczade di hevpeyvîna bi duheftenameya “Rûbirû” re got: “Nesrullah” bo gellek ji Ereban rêberê kêmaniyeke Şî’e ye, ku niha li dijî piraniya Musilmanan şer dike”. 

Mistefa Taczade, endamê Şêvra Nawendî ya “Cibhêyê Moşariket” ku di meha Cozerdanê de, piştî 7 salan girtinê, ji girtîgehê hate berdan, got ku me hitbara xwe wekî Îran ji dest daye, û roj bi rojê em zêdetir dikevtin nav qupiya Sûriyê de. 

Navbirî hêza Quds ya terorîstî tawanbar zaniye, û gotiye ku, wan rêbazeke şaş şopandiye, û berî wan jî dewlet û Wezareta Karê Derve tawanbar in. Wî ew yek neveşart, ku Îran bûye hêza peya û tedarokatçî ya Rûsiyê.