Rejîma terorîst a Îranê zarokan dişîne Sûriyê

Kurdistanmedia: Rayedarên rejîma Îslamî ya Îranê zarokan bona şer dişîne Sûriyê.
Li gorî raporên ku belav bûne rejîma Îslamî ya Îranê di dirêjahiya destêverdana xwe ya di Sûriyê de, û herweha piştevaniya malî û leşkerî ji Beşar Esed, zarokên jêr temenê 18 salî bona şerê dişîne Sûriyê, heya niha çandîn zarok bi wî rengî hatine kuştin.
Malpera “ Rapora Şer”di vê derbarê de belav kiriye ku, rejîma Îranê wan zarokan di bin navê “Tîpa Fatimiyûn” de dişîne Sûriyê.
Di dema çend rojên derbazbûyî de 9 kes ji endamên Spaha Pasdaran di Sûriyê de hatine kuştin ku hinedek ji wan li jêr temenê yasayî de ne.
Hatiye zanîn ku yek ji wan kesên ku temenê wan di bin 18 saliyê de ye û di şerê Sûriyê de hatiye kuştin, kesek e binavê “Êdrîs beyatî”.
Rejîma Îslamiya Îranê bi hemû şêweyî piştewaniya rejîma Esed dike,û bo vê meremê jî ji her kiryareke terorîstî mifahê werdigre.
Rejîma Îranê di sala 1372’an de Konwansiyuna Mafê Zarokan îmze kiriye, konwansyonek ku mafê zarokên jêr temenê 18 salî li berçav digire û rê nade ku di şer de ji zarokan mifahê .
Eva di demekî de ye ku berpirsên rejîma Îranê, zarokên jêr temenê yasayî, bona pişikdariya di şerê leşkerî amade dikin, û eva jî weke tehlûkeyek bo ser mafê zarokan di Îranê de tê hesibandin.
Herwiha di vê derbarê de “Xwendekarên Besîc”dibêjin ku; “Dibe bernameya han, wate perwerdekirina zarokan bona karûbarên leşkirî bi armanca parastina “Nizamê” were danîn.
Meclîsa Îslamî ya rejîmê di sala 1996’an (1375) gelaleya avakirin û geşepêdana Besîcan pejirandiye, û bow î karî jî bi awayek sîstematîk ji zarokan mifahê werbigire. Eva jî di halekê de ye ku, rejîma Îslamî du sal berî wî biryarî, konwansiyona mafê zarokan pejirandibû, lê belê ev pejirandine bi şert û merc bû.
Komara Îslamî ya Îranê li naveroka konwansiyunê bi qazanca xwe û dezgaha Îdolojiya xwe mifah girtiye, û di şert û mercên vê konwansyonê de, rêyek veşartî ji xwe re hêlaye.