Neh nivîskarên rojnameya Cumhuriyetê di Tirkiyê de hatine girtin

Kurdistanmedia: Li gor çavkaniyên nûçeyan roja Şemiyê 9 kes ji nivîskarên rojnameya “Cumhuriyt”ê, û rêveberên wê rojnameya Tirkiyê, bi sebeba alîkarî û piştevanîkirina ji girûpên terorîstî hatine dadgehkirin.
Li gor nûçegihaniya “Anadulu”, kesên ku hatine girtin, nasnameya wan wiha ye; Murad Sabûnçî, ku rêveberê rojnameya Cumhuriyetê ye, û ji ber sedema ku piştevaniya girûpên terorîst kiriye,hatiye binçavkirin.
Herwisa dadgehê hukmê binçavkirina Murad Sabûnçî, Gurayî Tekîn Oz, Ehmed Qedrî Gursel,Hacî Mûsa Kart,Mistefa kemal Gongor,Torxan Gunayî,Hakan Qarasîner,Onder Çelîk û Bilind Otko, jî derkiriye.
Berê wê jî, berpirsê wê dosiyeyê, ji dadgehê xwestibû ku biryara girtinê li ser, nivîskarên vê rojmnameyê bide.
Berê di rêkewt 31’ê Octoberê, di çalakiya dijî terorîstî ya polîsê Stenbolê de, 13 kes ji karmendên rojnameya Cumhuriyetê bi dayîna hukmê dadgehê hatibûn binçavkiribûn.
Hêjayî gotinê ye ku dewleta Tirkiyê ji dema kûdetaya şikestxwarî ve heyanî niha 110 hezar kes girtine, yan jî li ser kar derxistine.