Behayî berdewam di bin zexta rejîmê de ne

Kurdistanmedia: Di heyama çend rojên borî de, aliyê kêm 24 nawendên pîşeyî ên hevwelatiyên Behayî li bajarê Sarî de hatine polompkirin.
Li gora nûçegihaniya “HRAN”, nawenda nûçeyan ya mafê mirovan di Îranê de, di rojên 11 û 12’ê Xezelwerê de, ku roja jidayîkbûna avakerên ayînê Behayî ye, aliyê kêm 24 nawendên pîşeyî ên hevwelatiyên Behayî ên Sariyê ji aliyê organên Întizamî ve hatin polompkirin.
Hêjayî basê ye ku xwediyên nawendên pîşeyî, çend rojan berî vî rêkewtê, serdana îdareya Emakin ya vî bajarî kiribûn, û bona nîşandana niyetpakiya xwe, îdareya “Emakin” ji rojên xwe ên bêhnvedanê pê hesandibûn.
Ew kiryara rejîma Îranê di demekê de ye, ku li ser bingeha benda B madeya 28 ya yasaya sîstema pîşeyî, xwediyên nawendên pîşeyî dikarin, heya 15 rojan di salê de nawendên xwe dabixin.
Behayî jî mixabin wekî peyrewên mesebên din berdewam di bin zexta rejîma Îranê û siyasetên wan yên dijîgelî de ne, û rastî lêdan û îşkence û girtinê tên.