۱۳۹۵/۰۸/۰۸


Tek ji PDKÎ re peyameke sersaxiyê şand

Tek ji PDKÎ re peyameke sersaxiyê şand

Kurdistanmedia: Mes’ûd Tek serokê PSK’ê bi boneya şehîdbûna kadrê têkoşer ê PDKÎ, Şehîd Resûl Mihemedzade, peyameke sersaxiyê ji PDKÎ re şand.
Deqa peyamê wiha ye:

Me bi xemgîniyeke giran ve bihîst, ku pêşmergeyê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê Resûl Mihemedzade li Mûsilê, ku bona alîkariya hêza pêşmergeyên Kurdistana Başûr çûbû wî bajarî, şehîd bûye. Em serxweşiya xwe pêşkeşî malbata şehîd, hevsengerên wî, û Serokatiya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê dikin. Ruha wî şad,rêka wî berdewam be.

Mesûd Tek

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê