۱۳۹۵/۰۸/۱۰


Serxweşiya şehîd Resûl Mihemedzade di bin kontirola hêzên ewlehiya rejîmê de bi rê ve çû

Serxweşiya şehîd Resûl Mihemedzade di bin kontirola hêzên ewlehiya rejîmê de  bi rê ve çû

Kurdistanmedia: Rê û resma şehîd Resûl Mihemedzade di gundê “Seyf Avaya”a Seqizê di bin çavdêriya hêzên besîc ên rejmî de bi rê ve çû.
Li gor nûçeya gihîştiye malpera Kurdistanmedia; piştî ku şehîd Resûl Mihemedzade roja Çarşemiyê 26’ê Çiriya Pêşîn a 1395’an, di şerê Mûsilê de şehîd bû, xelkeke zor ji navçeyên Kurdistanê bi mabesta serxaşîkirinê,serdana binemaleya şehîd Resûl di wargehê navbirî ango gundê “Seyf Ava” ya Seqizê kirin.

Nûçegihaniya Kurdistanmedia di “Seyf Ava” ragihand; ew serxweşiya ku niha jî berdewam e,bi tewahî di rewş û hevayeke leşkerî û ewlehiya rejîma Îranê de bi rê ve çû.

Li gor nûçeyê,hêzên rejîmê li ser rêya Seyf ava, “ Xala lêgerînê”danîne, û rêya hatin û çûyîna xelkê bo gundê “Seyf Ava” xistine bin çavdêriyê, û herwiha lêpirsîn ji xelk û bi taybet ji ciwanên ku diçine gund dikin.

Li gor vê nûçeyê di nav gund, û di nav rê û resmê de,rejîmê hêzên Îtila’ata 114 a besîc bona komkirina zanyariyan û sîxorî û naskirina xelkê bi cih kiriye.

Navê hindek ji wan caşan wiha ye: Îsma’îl Ebazerî,Husêyn kerîmî û Ebûbekir Sefwet ku tarîxeke dirêj a îxanetê bona xwe tomar kirine, û rejîma Îranê diyarî dane hindek ji wan ceşan. 

Di wan çend rojê derbazbûyî de û piştî şehîdbûyîna hewrê Resûl Mihemedzade, hejmarek zêde û berçav ji endamên veşartî yên PDKÎ di bajarê Seqiz û navçeyê, peymana vefadariyê digel rêya şehîd Resûl nû kirine, û bi awayên cur bi cur di vê derbarê de çalakî û hevxemiya xwe dane nîşandan.