۱۳۹۵/۰۷/۲۶


Pêşmergeyên PDKÎ êrîşa dijmin têk şikandin

Pêşmergeyên PDKÎ êrîşa dijmin têk şikandin

Kurdistanmedia: Pêşmergeyên PDKÎ di dema geşta siyasî û teşkîlatî de, li navçeya Seqizê ketin ber êrîşa bikrêgirtiyên Komara Îslamî ya Îranê.
Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, şeva Înê 23’ê Rezberê, di navçeya Serşîwa Seqizê, li cihekî bi navê “Kotereş” şer û pevçûn di navbera pêşmergeyên PDKÎ û hêzên bikirêgirtî ên Komara Îslamî rû da. 

Nûçegihanê Kurdistanmedia ragehand: Di heyama demjimêrekê şer de, hejmarek ji hêzên rejîmê hatin kuştin û birîndar bûn, ku ji hejmara wan ya rast û dirust tu nûçeyek li ber dest de nîne. 

Piştî vê ku dijmin ew derbe xwar, pêşmergeyên PDKÎ li gora raspardeyên PDKÎ dirêj dane gera xwe ya di vê navçeyê de.