۱۳۹۵/۰۷/۲۰


Partiya Sosyalîst a Kurdistana Bakûr û Partiya Demokrat hevdîtinek pêk anîn

Partiya Sosyalîst a Kurdistana Bakûr û Partiya Demokrat hevdîtinek pêk anîn

Kurdistanmedia: Sekreterê Partiya Sosyalîst a Kurdistana Bakûr digel cîgirê Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê civiya.
Roja Yekşemiyê 18’ê Rezberê 1395’an Mesûd Tek, Sekreterê Partiya Sosyalîst a Bakûrê Kurdistanê “PSK”serdana Deftera Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê kir, û ji aliyê heyeteke rêveberiya Partiya Demokrat bi serperestiya Hesen Şerefî,cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Demokrat pêşwazî jê hate kirin.

Di vê hevdîtinê de behseke siyasî di navbera her du aliyan de hate behskirin, û li ser guhertinên dawî yên li ser pirsa kurd bi awayekî giştî bas kirin,û bi taybetî li ser xebat û tekoşîna kurd di Kurdistana Rojhilat û çalakiyên pêşmergeyên Partiya Dêmokrat û pêşwaziya xelkê kurdistanê ji vê hereketa PDKÎ û li ser siyaseta rejîma Îranê di Kurdistan û derve de de behs kirin.

Di dawiyê de, her du aliyan li ser berdewambûyina pêwendiyan pêdagirî kirin.