Nato: Egera berbirûbûneke tund ya leşkirî digel rejîma Îranê heye

Kurdistanmedia: Fermandeyekî leşkirî yê payebilind ê NATO’yê ragehand ku, egera vê yekê heye ku NATO bi awayekî tund berbirûyî rejîma Îranê bibe, û bêguman berbirûbûna me jî vê kujer be.
Nûçegihaniya “Fox News”ê ji ziman “Admîral Cêymz Êstawrîdîs” yê fermandeyê leşkirî ya NATO yê ve ragehand ku, di pêşerojeke nediyar de, ev berbirûbûn wê derkeve holê, û encama wê jî wê bo rejîma Îranê kujer be.
“Admîral Cêymz Êstawrîdîs” roja Şemiyê 15’ê Çiriya Pêşîn a 2016’an tekez kir ku, “Pêngava me ya din hewcehiya bikaranîna hêza leşkirî li dijî rejîma Îranê ye û ez li ser vê baweriyê me ku ew roj wê bê.
Admîral Cêymz herweha diyarî dike ku êrîş ji rêya behrê ve wê bê encamdan û hekî di demekî nêzîk de jî nehê encam dan, ez sozê didim ku piştî hilbijartinên serkomariyê, her kesek bibe serkomar, êrîş wê bê encamdan.
Navbirî ev gortin di kombûneke taybet liser kiryarên dujminkarane yên rejîma Îranê li dijî Amerîkayê kirin.