۱۳۹۵/۰۷/۱۱


Kirêgirtiyekî rejîma Îranê hate kuştin

Kirêgirtiyekî rejîma Îranê hate kuştin

Kurdistanmedia: Di berdewamiya sizadana xwefêroşan û kirêgirtiyên rêjîma Îranê, di navçeya Kamiyaranê de, kirêgirdiyêkî rêjîmê bi tawana îxanet bi gel û nîştiman hate kuştin.
Li gor nûçeya gihîştî bi malpera “kurdistanmedia”yê,roja Înê demjimêr 5’ê êvarê rêkewt 9’ê Rezbera 1395’an ya Rojî,li navçeya kamiyaranê kirêgirtiyekî rêjîma xwînmij a Îslamiya Îranê,bi navê ‘’Sidîq Emînî’’ xelkê gundê ‘’Textî zengî’’ ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin.

Xwefiroşê navbirî,li nava zewî û zarên xwe de, li ser riya ‘’tewqe giwêz’’ gihîşte sizaya xwe ya îxanet bi gel û nîştîman.

‘’Sidîq Emînî’’ kirêgirtyê Rêjîmê, carekê di rêkewta 12’ê Xakelêweya sala 1373’an (1994)’an dikeve ber êrêşa nîştîmanperweran, lê tenê birîndar dibe, lê di cihê wê de ku navbirî dev ji xiyanetê berde, berdewam dibe li ser vî karê xwe. ‘’Sidîq Emînî’’ di destpêka şoreşa gelên Îranê de çeka xiyanetê li hemberî xebata rewa ya gelê kurd de hildigre.

Nûçegihanê “kurdistanmedia”yê, herwisa ragehand, caşeke dinê bi navê ‘’Cebar’’ jî gihîşte sizaya xiyaneta xwe.

Di mideha derbazbûyî de, çendîn xwefiroşên rêjîmê li ser xiyanetên xwe ên bi gel û welat, ji aliyên welatparêzan ve hatine jinavbirên.