۱۳۹۵/۰۶/۲۸


Yekîtiya Ewropa’yê dorpêçên li dijî Rûsiyê nû kirin

Yekîtiya Ewropa’yê dorpêçên li dijî Rûsiyê nû kirin

Kurdistan Media: Yekîtiya Ewropa carek din dorpêçên xwe li dijî Rûsiya û cudaxwazên Rojhilata Ukraynê nû kirin.
Li gorî van tehrîman, 146 kes û 37 nawend, kompanî û sazî, dîsan ji sefera bo Ewropa’yê bêpar dimînin.

Sedema dubarekirina van tehrîman, şer û pevçûnên li Ukraynê de hatine zanîn.

Helbet biryara han dive ji aliyê endamên YE’ê jî were erê kirin.

Duh pêncşemî, 15’ê Îlona 2016’an dawîn derfeta dorpêçan bû û berevjî negirtina vê biryarê, dihatin mandel kirin.

Yekîtiya Ewropayê daye zanîn ku dorpêçên hand ê demekê werin betal kirin ku Rûsiya lihevhatina aştiya Mîniskê bi tewawî bixe warê piratîkê.