Rejîm li devera Seqizê mijûlê avakirina nawendek leşkirî ya nû ye

Kurdistan Media: Sipaha Pastaran ya rejîma îslamî ya Îranê li ‘’Kela Wenewşe’’ya Seqizê de mijûlê avakirina nawendek leşkirî û terorîstî ya nû ye.
Li gor nûçeya gihîştî bi malpera Kurdistan Media, li çend rojên derbasbûyî dehêzên dijîgelî ên ser bi sipaha Pastaran li devera Seqizê de çiyayê ‘’Wenewşe’’dikolin û mijûlê avakirina nawendek nû ya leşkirî ji bo karên terorîstî ên xwe ne.
Nûçegihanê malpera Kurdistan Media li vê derheqê de ragihand li derdora wî cihê ku dixwazin wê nawenda leşkirî ava bikin, bi sîm xardarê hatiye girtin û li hin cihan de jî kamêrayên ‘’medar beste’’ danîne.
Li gorî vê nûçeyê, roja înê, 24’ê Îlona 2016’an li dema karkirina li ser vê pirojeya leşkirî de, yek ji kirêgirtiyên rejîmê ketibû ser mayîna bicihmayî ji şerê 8 salî û li gorî zaniyariyên destpêkî, wî kirêgirtî jiyana xwe ji dest daye ku heya niha nasnameya wî nediyar e.
Rejîma îslamî ya Îranê li çend mehên derbasbûyî û piştî xebata nû ya Rojhilatê ‘’Rabûn’’bi rêberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, berdewam mijûlê avakirin û nûjenkirina nawend û binkeyên leşkirî ên xwe ye û ji bo mîlîtarîzekirina zêdetir ya Kurdistanê berdewam hêz û cebilxaneyên leşkirî dişîne Kurdistanê.