Lêrewarên ‘’Pulduxter’’a Parêzgeha Luristanê agir girtin

Kurdsitanmedia: Agirberdan ji darsirtan û lêrewarên zagrosê berdewam in û Lêrewarên deverên Loristanê jî li nav gurriya agir de şevitîn.
Li gorî rapora Nûçegihaniya Mêhr ya ser b irejîma Îranê, daristan, lêrewar û çêrîngehên devera çiyayê ‘’Gawezerd’’ a Meimûlanê li parêzgeha Luristanê de tûşî agirberdanê hatine û rûberekî zaf ji van li peşqela agir de şevitîne.
Bi sedema djiwar û asêbûna devera Meimûlanê, agirê han heya çend demjimêran nehate kuntirol kirin û beşekê zaf ji rûbera van daristanan bûne xwelî.
Li gorî gotina fermandarê Pul duxter ê, agirê han heya niha jî nehatiye vemirandin û bi sedema asê û û çiyayî bûna wê deverê, hewildan jib o kuntirolkirina agir li ser xwe dimeşe û agir li hale xurtbûnê de ye.