Gemiyên Sipaha Pastaran û Amerîkayê ketin beranberî hev

Kurdistan Media: Wezareta Berevaniya Amerîkayê da zanîn ku xurtkirina bêsedem ya aloziyan ji aliyê Îranê ve di ava Xelîcê de didome û paporên leşkirî yên Sipaha Pastaran, bê sedem xwe ji gemiyên şer ên Amerîkayê nizîk dikin û ew jî bona xwe parastin ji pevçûnan, neçar dimînin arasteya xwe biguherînin.
Li gorî radyo’ya Alman, carek din gemiyên leşkirî ên rejîma Îran li 6’ê Îlonê de xwastine kêşeyê ji gemiya leşkirî ya Amerîkayê re pêk bînin. Wê çavkaniyê ji zarê du karmendên Pintagonê ve daye zanîn ku gemiya Sipaha pastaran xwe ji 100 metriya navgana Amerîkayê ya bi navê ‘’Fayir bolt’’ nizîk kiriye, lê wan xwe ji aloziyê parastiye.
Pintagonê daye xuya kirin ku hewla pêwendî girtina bi papora Îranê re bêencam bûye. Pintagon manovra li pêşberî gemiya Fayir Bolt a Amerîkayê de bi metirsîdar û nebaş û cihê nîgeraniyê didin zanîn.
Berê jî çend caran alozî li navbera gemiyên Îran û Amerîkayê li behra Xelîc û tengava Hormizê de pêk hatine. Koşka Sipî li vê derheqê de hişdarî daye ku dubarekirina kiryarên bi vî awayî nahê qebûlkirin û dikare bûyerên ku nahên pêşbînîkirin li dû xwe re bîne.