۱۳۹۵/۰۶/۱۷


Daxwaza mehkemekirina rayedarên rejîma Îranê di dadgehek navneteweyî de hat kirin

Daxwaza mehkemekirina rayedarên rejîma Îranê di dadgehek navneteweyî de hat kirin

Kurdistanmedia: Hin ji kesatiyên siyasî ên navnetewî û nûnerên civaka Îranî li Ewropayê di semînarekê ku roja Şemî, 3’ Îlona 2016’an di herêma ‘’Ur Surawaza’’ a Parîsê de birêve çû, dawxaza pêkanîna dadgeke taybet ji bo mehkemekirina karbidetên rejîma Îranê kirin.
Di vê semînarê de ku bi beşdariya hejmarek ji kesatiyên navneteweyî hat lidarxistin, Ad Rindil, serokê Kunwansiyona Hizba Demokrat a Amerîka îşare bi girtiyên siyasî li sala 1367’an de kir û got: ‘’Çi tiştek biazartir ji vê heye ku wezîrê Dad yê hikûmeta Rohanî yek ji endamên komîteya mirinê ya di wê komkujiyê de bûye. Lewma rejîmek ku xwediyê wezîr û kesên weha be, dive were mehkemekirin. Herweha tekez kir ku tenê ji riyekê ve azadî dê bigihîje Îranê, ew jî guhertina rejîmê ye.


Herwiha Birnard Kuşnêr, Wezîrê berê yê Firansayê jî da zanîn ku: Dema ku ew cinayetên hovane ji aliyê rejîma Îranê ve dihatin encamdayîn, parêzerên mafên mirov li ku û çi dikirin? Wî herweha bi eşkere got ku dive dadgehek taybetî jib o mehkemeya ji cinayetkarên rejîma Îslamî a Îranê bihê pêkanîn. Kuşnêr zêde kir ku tenê wê demê cinayet û komkujî nedihatin kirin, belkî niha jî rojane tên encamdayîn.

Meryem Recewî, seroka Şêvra netewî ya berxwedana Îranê jî di axaftina xwe de ji civaka navneteweyî û dewletên rojavayî xwast ku ‘’rayedarên rejîma Îranê bi sedema encamdana cinayet li dijî mirovahiyê, bi taybetî îdam û komkujiya 30 hezar girtiyên siyasî di sala 1367’an li hemberî edalet û dadê de mehkeme bikin.