Civata Leşkirî ya Hizba Demokrat daxuyaniyek belav kir

Kurdistan Media: Civata Leşkirî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê derheq şer û pevçûnên pêşmergeyên Hizba Demokrat bi hêzên dijîgelî ên rejîma dagîrker a îslamî ya Îranê li devera Pîranşehrê de, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hatiye ku:
Li doma geriyan û cewleyên siyasî – rêxistinî ya pêşmergeyên Hizba demokrat a Kurdistana Îranê li devera Mokiryanê de, demjimêr 8’ê êwariya roja yekşemî, 18’ê Îlona 2016’an, hêzek ji pêşmergeyên Hizba demokrat li devera Pîranşehrê di navbera gundên ‘’Qebrê Husên’’û ‘’Pirdanan’’ de bi hêzên kirêgirtî ên rejîmê re tûşî pevçûnê hatibûn. Li encama wê pevçûnê de, hejmarek ji hêzên rejîmê hatin kuştin û birîndar kirin. Her li wê pevçûnê de, mixabin pêşmergeyekî Hizba Demokrat bi navê ‘’Rehîm Ebdulanijad’’ kurê Ebûbekir, naskirî bi ‘’Rehîm Gergulî’’ birîndar bû û bi sedema kûrbûna birînê, piştî çend rojan, mixabin şehîd bû û ji aliyê hevçeperên xwe ve bi xaka pîroz a Kurdistanê hat sipartin.
Hizba demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê ji malbata rêzdare şehîd Rehîm, hevçeperên wî û xelkê deverê bi giştî dike û hêviya berdewamiya xebat û pir rêvîngbûna rêbaza wî dixwaze.
Ruha wî şad