۱۳۹۵/۰۶/۲۷


Çewaşekariyên rejîmê li Kurdistanê didom in

Çewaşekariyên rejîmê li Kurdistanê didom in

Kurdistan Media: Hêzên dijîgelî ên rejîma Îranê li Kurdistanê de bona bihêznîşandana hêzên besîc, mijûlê çewaşekarî û çêkirina belgeyên sexte û dosyayên besîc ji xelkê re ye.
Li gorî nûçeya gihîştî bi malpera Kurdistan Media, serê çend rojan in ku berpirsên Sipaha pastaran a rejîmê li gundê Nelîvan a bajarê Şino’yê de bi hevkariya çendîn nawendên din ên hikûmetî, mijûlê çêkirina karta besîc ji bo xelkê asayî ne.

Pêka vê nûçeyê, ev liv û hewla rejîmê bi awayê nepenî û bi bêy haydariya wan kesan tê kirin ku wekî besîc tên navnivîs kirin. 

Nemaze li nava wan kesan de kesên wusa jî hene ku li jiyanê de nemane.

Nûçegihanê malpera Kurdistan Media li vê derheqê de ragihand ku, Sipaha Pastaran ferman bi binkeyên xwe bi taybetî li gundan de daye ku, bi her awayê mumkin, dosyeya besîc’ê ji bo xelkê Kurdistanê çê bikin, Îca çi bi eşkere be ş çi jî bi nepenî.

Tê texmîn kirin ku fermande û berpirsên besîc û Sipahê bixwazin ji vê riyê ve bûdceyek zêdetir li jêr navê ‘’mafên besîcan’’ de werbigrin û bi xwe hepelûş bikin.