Yekem serbazê Tirkiyê di Sûriyê de hate kuştin

Kurdistanmedia: Şer û pevçûn di navbera HSD’ê û arteşa Tirkiyê de rû da.
Roja borî di encama pêşveçûna zêdetir ya tankên arteşa Tirkiyê di nav xaka Sûriyê de, serbazekî Tirkiyê, canê xwe ji dest da, ku yekem serbazê Tirkiyê ye ku di şerê Cerablosê de tê kuştin.
Roja borî di encama pêşveçûna zêdetir ya tankên arteşa Tirkiyê di nav xaka Sûriyê de, serbazekî Tirkiyê, canê xwe ji dest da, ku yekem serbazê Tirkiyê ye ku di şerê Cerablosê de tê kuştin.
Lê li gora zanyariyan, roja borî 27’ê Tebaxê sê tankên arteşa Tirkiyê bûne armanca êrîşa hêzên Kurdî. Herçend Tirkiye radigehîne ku wan xwastiye DAÎŞ’ê di vê herêmê de derxînin, lê ew yek jî neveşartine ku ew li dijî pêkhatina statûyeke Kurdî li nêzî sînorê xwe ne.
Arteşa Tirkiyê piştî girtina Cerablosê ragehandibû ku wê hêzên xwe vekişîne, lê niha du roj e ku dest kiriye bi topbarankirina binkeyên hêzên Kurdî, ku ew yek digel helwesta tund ya hêzên Kurdî berbirû bûye.
Hêjayî basê ye ku ji bilî serbazê kuştî, sê serbazên din jî bi giranî birîndar bûne.