Waşintonê îtiraf kir ku 400 miyon Dolar bac daye Îranê

Kurdistanmedia: Dewleta Amerîkayê îtiraf kir ku di demsala zivistana derbazbûyî de bona serbest berdana girtiyê xwe di Îrabê de 400 milyon Dolar bac daye karbidestên Îranê.
Piştî dayîna hewlên zêde yên dewleta Amerîkayê di pêxema veşartina mijara wan 400 milyon Dolaran ku ji aliyê Waşintonê ve bo Îranê hatine şandin, lê pêdagiriya Komarîxwazan bûye sedem ku Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê bi fermî ragehand ku Amerîkayê li hemberî serbestberdana hemwelatiyên xwe ji aliyê Îranê ve, 400 miyon Dolar bac daye rejîma terorîst ya Îranê.

Roja Pêncşemî 18’ê Tebaxa 2016’an Can Kêrbî yê berdevkê Wezareta Karê derve yê Amerîkayê ragehand ku, me 400 milyon Dolar li hemberî serbestberdana 5 hemwelatiyên xwe ku di Îranê de destbiser bûn, daye rejîma Tehranê.
Rayedarên Amerîkayê ragehandin ku, ew 400 milyon Dolar yekemîn beş (Qist) ji 1 milyard û 700 milyon Dolarê “Cerîme” (Xerame) ya Amerkayê ye ku, li ser biryara dadgeha “Lahê” qirar bû ku, li hemberî keysa kirîna çek û teqemeniyên Amerîkayê ji aliyê rejîma Şah ve, bo Îranê bê şandin.
Lê rojnameya “The Wall Street Journal” ê roja 2’ê Tebaxê di raporekî de eşkere kir ku, dîplomatên Amerîkayî heyva derbazbûyî li Siwîsê, tenê dema xatircem bûn ku balafira hilgirê wan girtiya ji balafirxaneya Mêhrabadê ji erdê rabû, wan 400 milyon Dolar pereyê “Kaş” daye rejîma Îranê.
“The Wall Atreet Journal”ê hewreha eşkere kir ku pereyê ku bi rejîmê hatiye dayîn, di şiklê “erz”ên Curbicur de bûye, ku di sindûqên dar de hatine veşartin.