Teyrbazên Zagrosê caşek din ceza dan

Kurdistanmedia: Di doma çalakiyên xwe de, Teyrbazên Zagrosê ragehandin ku, kirêgirtiyekî din yê ser bi rejîma Îsalmî ya Îranê li bajarê Bokanê kirin armanc û ceza dan.
Li gorî nûçeya gehiştî destê malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Pêncşemî 25’ê Tebaxa 2016’an, demjimêr 12’ê nîvê şevê, kirêgirtiyekî rejîmê bi navê “Ce’fer Lotfpûryan”, li bajarokê “Husên Mame” ya ser bi bajarê Bokanê, bûye armanca gulleyên Teyrbazên Zagrosê.

Di vê derheqê de Teyrbazên Zagrosê ragehandin ku, “Em berpirsatiya vê êrîşê digirin stûyê xwe, lê bi sedema xirabiya rewşa cihê êrîşê, heya niha me tu zaniyariyek liser rewşa saxlemiya “Ce’fer Lotfpûriyan” yê kirêgirtiyê rejîmê, bidest nexistine.
Teyrbazên Zagrosê di dawiyê de zêde dike ku, em hemû caş û kirêgirtiyên rejîma terorîst ya Îslamî ya Îranê haydar dikin ku, rêkxistina me wê cezakirina îxanetkar û kirêgirtiyên rejîmê, heya destberdana wan ji vê karê qirêj, berdewam bike.
Hewceyî basê ye ku di çand heyvên derbazbûyî de heya niha, pitir ji 20 êrîşên çekdarî bo ser caş û kirêgirtiyên rejîma Îslamî ya Îranê li bajar û gundên Kurdistanê hatine encamdan, û Teyrbazên Kurdistanê berpirsatiya wan êrîşan xistiye stûyê xwe.