۱۳۹۵/۰۶/۰۷


Semînara “Rewşa Rojhilata Navîn, niha û pêşeroja Îranê” di Almanyayê de dest bi karên xwe kir


Semînara “Rewşa Rojhilata Navîn, niha û pêşeroja Îranê” di Almanyayê de dest bi karên xwe kir

Kurdistanmedia: Semînara Kongireya Neteweyên Îrana Federal” li jêr navê “Rewşa Rojhilata Navîn, niha û Pêşeroja Îranê” li Almanyayê de dest bi karên xwe kir.
Di panela yekem ya vê semînarê de, Şehryar Ahî, endamê Yekîtî ji bo demokrasiya di Îranê û kesayetiyê siyasî ê Îranî di axivtinekê de got: “Di nava dehsilata Îranê de şerê cinahan heye, û ew şer rastî ye, û di rastî de şerê zergerî nîne, û bas ji cihgirkirina balafirên Rûsiyê di Hemedanê de kir, ku Wezîrê Parastinê ê dewleta Rûhanî ragehand ku ew yek tu pêwendiya wê bi parlementoyê re nîne, û yan jî kiryarên Wezîrê Îtila’atê ku bêy Rûhanî her karekî dike.
 

Piştre sekreterê giştî ê PDKÎ axivî. Navbirî bas ji rewşa Rojhilata Navîn kir: “Pêşeroja Rojhilata Nvaîn ya neteweyên bin stemê de ye, û hekî wisa nebe, em ê berbirûyê cudaxwaziyê û tundûtîjiyê bibin, ku nirxa wê jî giran e. 

Navbirî got: “Komara Îslamî tenê di hemberî hêz û qavetê de dike qedeman, lewra dibe em bibin hêza bibandor. Bo mînak di dema şerê Îran û Îraqê de, Komara Îslamî dema ku lawaz bû, biryara agirbesê qebûl kir, û herwisa mesela became jî selimand ku rejîm di hemberî dehsiolatê d edikeve qedeman. 

Hicrî ragehand: DKÎ du salan berî niha gihaye vê encamê ku bibe hêza bibandor, ne tenê bo PDKÎ, belku bo tewahiya neteweya Kurd û hemû azadîxwazan. 

Mistefa Hicrî bas ji xelk û pêşmerge li rex hevdu kir, û got, me amadeyiya pêşmergeyan di Kurdistanê de zêde kirye, û xelk jî bi wan re ne, û dibe xelk alîkar bin, da ku em bikarin azad bin. 

Hicrî got: PDKÎ dixwaze ku bi beşdarkirina xelkê rabûnê çêbike, û herçend em di destpêka vê hereketa xwe de ne, lê dîsan me kariye ku hinek guhertina pêk bînin. 

Hicrî ragehand ku dibe yekîtî di navbera neteweyên Îranê de, û di nava partiyên Kurd de hebe, û bi vî awayî ye ku emê bigihîjin armancên xwe.