Îran “Artêşa Azadîxwaz a Şî’e” bo şerê Îraq û Yemen û Sûriyê ava kir

Kurdistanmedia: Spaha Pasdarên ser bi rejîma Îslamî ya Îranê ragehand ku, Îranê “Artêşa Azadîxwaz a Şî’e” bo berdewamkirina şerê di Sûriye û Yeme û Îraqê de ava kir, û fermandehiya vê artêşê ji bi pasdar Qasim Silêmanî hatiye sipartin.
Mihemmedelî Felekî ku yek ji fermandeyên Spaha Terorîst ya pasdarên rejîma Îsalmî ya Îranê ye, roja Pêncşemî berwarê 18’ê Tebaxê ragehand ku, “Li gorî pilana darêtî, tewahiya endamên vê artêşê ne xelkê Îranê ne, belkî li her der û li her welatekê hewcehî bi “Artêşa Azadîxwaz a Şî’e” heye, xelkê wî derê wê bêna rêkxistin, da ku hêza hewce bê dabînkirin”.

Mihemmedelî Felekî liser armanc ji avakirina vê artêşê sekinî û ragehand ku, “ Armanc ji avakirina “Artêşa Azadîxwaz a Şî’e” jinabirina Îsra’îlê ye di 23 salên dahatî de, û niha artêşa me ya nû li sê welatên Îraq û Sûriye û Yemenê de mijûlî şer e.”
Felekî herweha di doma gotinên xwe de hêzên leşkirî ên Îranê li Sûriyê rexne kir û ragehand ku, “Em dixwazin ku hêzên me li Sûriyê karê perwerde û rêkxistinê bo hêzên Sûriyê bikin û bigiştî rêveberiya şer bikin, û xelkê Sûriyî bi xwe dakevin hêlên herî pêş û şer bikin.
Mihemmedelî Felekî herweha bi bêrêzî bas ji Şî’eyên Efxanî ên bo Sûriyê hatine şandin kir û ragehand ku, “Em tu mûçeyekî nadin Şî’eyên Efxanî, ên ku li Sûriyê li jêr navê gordana “Fatimiyûn” şer dikin, belkî tenê heyvê 100 Dolarî weke ejnane didin wan.