۱۳۹۵/۰۵/۱۴

Hinek karbidestên Amerîkî bi sedema piştevaniya ji terorîzmê, li dijî firotina balafirên Boyîng û Êyrbasê bi rejîma Tehranê ne



Hinek karbidestên Amerîkî bi sedema piştevaniya ji terorîzmê, li dijî firotina balafirên Boyîng û Êyrbasê bi rejîma Tehranê ne

Kurdistanmedia: Hinek ji rayedarên Amerîkayê di nameyekî de daxwaz ji dewleta Amerîkayê kirine ku, bi sedema piştevaniya ji terorîzmê, rêkewtinên kompaniyayên Boyîng û Êyrbasê digel rejîma Îslamî ya Îranê, bên hiloşandin.
Kovara “Poltîko” di vê derheqê de ragehand ku, nameya han ji aliyê hinek rayedarên weke Maykil Haydên ê serokê berê yê dezgeha Îtila’ata Nawendî ya Amerîkayê, Sinator Co Lîbêrmen, Maykil Mokîzî yê dozgerê berê û herweha Corc Şoltz yê wezîrê berê yê karê derve yê Amerîkayê ve hatiye vajûkirin.


Hate ragehandin ku di nameyê de hatiye ku, rêkevtina firotina balafiran digel rejîma Îslamî ya Îranê, ne tenê ezmûneke nû bona peydakirina bazareke nû nine, belkî rewayîdane bi welatekî piştevanê terorîzmê.

Hêjayî basê ye ku di nameyê de jî Komara Îslamî bi “Rejîm” hatiye binavkirin û bibêje ku, li Îranê rejîmekliser kare ku mafê mirovan binpê dike û herweha bi ceribandina “Mûşekên Balistîk” dest di avêje kiryarên handerane.