۱۳۹۵/۰۵/۲۴



Çalakiyên pêşwaziya ji 25 Gelawêjê li Rojhelat berdewam in


Çalakiyên pêşwaziya ji 25 Gelawêjê li Rojhelat berdewam in

Kurdistanmedia: Alîgirên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê bi boneya pêşwazî ji 25 Gelwêjê 71’mîn salvegera damezirandina Hizba Demokrat, çalakiyên teblîxatî lidar xistin.
Ligorî rapora gehiştî destê Kurdistanmedia yê, şeva Pêncşemî berwarê 11 liser 12’ê ya Tebaxa 2016’an, alîgirên Hizba Demkorat bi boneya 25’ê Gelwêjê, li seyrangehekî geştiyatî ya li derdora çiyayê “Bozê Sîna” ya ser bi devera Mirgewera Urmiyê, bi sedan Kevîran li mêrgekî nivîsndibûn “Bijî Dêmokrat”.


Ew çalakiya alîgirên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê û dîmena “Bijî Demokrat” a kevrîn ku bi Keskatî û Şînatiya mêrga li rex çiyayê bilin ya “Bozê Sîna” hatibû xemilandin, bûye sedema kêfxweşiya geştiyar û xelkê deverê.

Hêjayî basê ye ku “Bijî Demokrat” a kevirîn bi qasê 50 mêtran dirêj bû û ji dûre ve gellek bi qendî dihat xûya kirin.

Her di vê derheqê de endam û alîgirên PDKÎ bi boneya 25 Gelawêjê, li bajarê seqizê bi belavkirina tirakt û pûstêrên taybet bi Komisyona Teşkîlat, çalakiyên teblîxatî lidar xistin.

Qutabiyên rêbaza Qazî û Qasimlo û Şerefkendî li gundên Parsaniyan, Çapanî Xwarû, Çapanî serû, Qozlû ya Sofyel û Tîkanlû ya ser bi bajarê Seqizê çalakî lidar xistin.

Herweha li gundê Tewrîwer a ser bi bajarê Sinê jî, xebatkarên Demokrat bi belavkirina tirakt û pûstêr û nivîsandina dirûşman, taybet bi 25’ê Gelwêjê, 71’mîn salvegera damezirandina PDKÎ bilind ragirtin.