۱۳۹۵/۰۵/۱۶


Berîtaniya: Em seba destêwerdanên rejîma Tehranê di welatên herêmê de nîgeran in


Berîtaniya: Em seba destêwerdanên rejîma Tehranê di welatên herêmê de nîgeran in

Kurdistanmedia: Berdevkê dewleta Berîtaniyayê yê taybet bi Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqayê, nîgeraniya xwe li hember destêwerdanên rejîma Tehranê di karûbarên welatên herêmê de nîşan da, û ragehand ku, ew destêwerdanên rejîma Tehranê ne rewa ne.
Êdwîn Samo’êl di hevpeyvîna xwe tevî rojnameya “Ekaz” ya erebistanê de ragehand ku, “Em jî di nîgeraniya destêwerdanên rejîma Îranê di nava karûbarên welatên herêmê de şirîk in, û gerek em hemû haydarî vê yekê bin.


Êdwîn Samo’êl herweha zêde dike ku piştevaniyên rejîma Îranê ji milîşên Hûsî li Yemenê, nîgeraniyên zêde bo me çê kirine.

Berdevkê dewleta berîtaniyayê yê taybet bi Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqayê herweha lidor şandina çek û teqemeniyan ji aliyê rejîma îslamî ya Îranê ve bo milîşên Hûsî ragehand ku, “Kiryarên rejîma Îranê biryarnameya 2216 ya Şêvra Ewlekariyê ya ser bi NY binpê dike û destêwerdanên vê rejîmê û herweha piştevaniya wê ji kiryarên tundrewane, nerewa ne.