۱۳۹۵/۰۳/۲۵


Sozên rejîma Tehranê derheq bi malbatên kuştiyên Efxanî di şerê Sûriyê de, derevîn derketin


Sozên rejîma Tehranê derheq bi malbatên kuştiyên Efxanî di şerê Sûriyê de, derevîn derketin

Kurdistanmedia: Serbarê vê ku Komara Îslamî ragehand, Meclisa Îslamî gelaleya dayîna mafê Hemwelatîbûnê û mûçeya mangane bo malbata wan Efxaniyên, endam di Sipaha Pasdaran de, ku di şerê Sûriyê de tên Kuştin, pejirand, lê malbatên hinek ji wan kuştiyan nerazîbûna xwe di vê derheqê de nîşan dan û ragehandin ku, Rejîma Îslamî ya Îranê ferq û cudahiyan dixe navbera wan de.
Endamên malbata hinek ji wan kuştiyan ragehandin ku, sozên rejîma Komara Îslamî direvîn bûn, jiber ku em niha di Îranê de tevî pirsgirêkên “Malî û Mafê akincîbûnê” berbirû ne.

Komara Îslamî Efxaniyên ku di Îranê de dijîn û di rewûşa herî xirab ya jiyanê de ne, bi wade û sozên direvîn, di leşkirekî de û li jêr navê “Leşkira Fetimiyoûn” a ser bi Sipaha Pasdaran rêk dixe, û dişîne şerê Sûriyê, û radigehîne ku, Leşkira Fetimiyûn ew kes in ku liser daxwaza xwe û xwebexşane, diçin şerê Sûriyê, lê çavkaniyên haydar vê yekê red dikin û dibêjin ku, Leşkira Fatimiyûn li hemberî wergirtina mafê Hemwelatîbûnê û mûçeya mangane, di şerê Sûriyê de pişikdar dibin.

Hevjîna Misetaf Sedrzade, ku fermandarê Gurdana Emar ya ser bi Leşkira Fatimiyûn bû, û di şerê Sûriyê de hate kuştin, ragehand ku, “Karbidestên herî kêm ên ser bi Komara Îslamî serdana malbata şehîdên Efxanî ên parêzerê Herêman, ku ser bi Leşkira Fatimiyûn in dikin, û ji arîşe û derdên wan dipirsin.

Navbirî dibêje ku ez weke hevjîna şehîdekî Parêzerê Hereman, daxwazê ji rayedarên “Bonyadê Şehîd” dikim ku, tenê ji malbata şehîdên Îranî nepirsin, ji malbata şehîdên Efxanî ên Parêzerê Hereman jî bipirsin, jiber ku ew malbat pir zulmlêkirî û xerîb in, û hewcehiya wan bi lêpirsîna karbidestên Îranê heye.

Her di vê derheqê de “Kolnar Turk” dayîka “Moherem Turk” ku yek ji kuştiyên Efxanî ye di şerê Sûriyê de, dibêje ku, “Karbidestên “Bonyad Şehîdê” ferqucudahiyê dixin navbera şehîdên Îranî û Efxanî.

Hevjîna “Baxbanî” ku yek din ji kuştiyên Efxanî ye di şerê Sûriyê de ragehand ku, “Min serdana hejmarek ji malbata wan kuştiyan kir, dema min mala wan dît, jiber rewşa wan ya xirab, ez pir dilgiran bûm, lewra min serdana Bajêrvaniya Tehranê kir û min got ku take daxwaza min eva ye ku, libekê hewlê di pêxema bêtirkina rewşa malbata şehîdên Efxanî bidin.