۱۳۹۵/۰۲/۲۰


Rêûresma sersaxiyê ya kak Seyîd Riza Dirûdger di binkeya Deftera Siyasî a PDKÎ de bi rê ve çû


Rêûresma sersaxiyê ya kak Seyîd Riza Dirûdger di binkeya Deftera Siyasî a PDKÎ de bi rê ve çû

Kurdistanmedia: Rêûresmeke sersaxiyê bo hevalê koçkirî kak Seyîd Riza Dirûdger endamê pêşîn ê rêbertiya PDKÎ ku di welatê Norvejê bi sedema nexweşiyê koça dawiyê kir, di binkeya Deftera Siyasî a PDKÎ de bi rê ve çû.
Roja Şemiyê 7’ê Banemerê rêûresma sersaxiyê ya kak Seyîd Riza Dirûdger bi beşdariya Mistefa Hicrî sekreterê giştî û endamn rêberî û kadr û pêşmergeyên PDKÎ û komek ji mêhvanan di hola giştî ya rêûresmên PDKÎ de bi rê ve çû. 
Mistefa Hicrî tevî îşarekirina bi xebata çendîn sale ya kak Seyîd Riza Dirûdger ragehand: “kak Seyîd Riza Dirûdger yek ji wan kesayetiyên şoreşger bû ku hertim di bîra ber bi pêşvebirina kar û erkên hizbî de bû, û hemû jiyana xwe bo xebata hizbî danî, û emegedariya xwe bi rê û şopa şehîdan di jiyana wî de selimand”. 

Piştre Teymûr Mistefayî endamê Deftera Siyasî a PDKÎ çend gotinek li ser jiyana pirr berhem û şoreşgerane ya kak Seyîd Riza Dirûdger pêşkêş kir. 

Midtefayî di beşeke axivtina xwe de ragehand ku kak Seyîd Riza Dirûdger bi wateya xwe ya rastîn kesekî xebatkar bû, û nevestane erkên hizbî bi rê ve birin, û em jî dibe ku riya kak Seyîd Riza Dirûdger û hemû şehîdên riya Kurd û Kurdistanê bidomînin. 

Hêjayî base ye ku roja Înê 17’ê Banemerê (06.05.2016)’an, Seyîd Riza Dirûdger endamê pêşîn ê rêberatiya PDKÎ, û birayê du şehîdên serbilind ên riya azadiyê, li Norwêjê û di temenê 69 saliyê de bi sedema kirîza koça dawiyê kir, û dirêjiya rêbaza xwe ya pîroz bi hevalên xwe spart. 

Seyîd Riza Dirûdger di sala 1326 (1947)’an di nav malbateke naskirî û welatparêz li bajarê Pawe a Rojhilata Kurdistanê, ji dayîk bû. Wî heya qonaxa “fewqê dîplomê” di warê hîsabdarî de ders xwend. Piştî serhildana şoreşa gelên Îranê di sala 1979’an de, wekî demokrateke xwedî bîr û bawer çalakî kir, û heya dawî demên jiyana xwe, bi rê û şopa pirr ji serwerî ya xwe emegdar ma. 

Hevalê koçkirî Seyîd Riza Dirûdger di sala 1988’an de, û di dema kongireya heştem a hizbê de, bi sedema sidaqet, kêrhatîbûn, û bîr û baweriya wî ya hesinîn (polayîn), wekî endamê rêberiya hizbê hate hilbijartin, û heya sala 2009’an ku bo çareseriya nexweşiya xwe çû derveyî welat, di hemû kongireyan de dengê baweriyê, wekî kadrê rêberiya hizbê bi dest xist. 

14700.jpg

14698.jpg

14699.jpg

14702.jpg

14703.jpg