۱۳۹۵/۰۳/۰۶


Peyama Newrozî ya Hizba Demokrat roj bi roj rejîma Îslamî ya Îranê zêdetir dixe bin givaşê de


Peyama Newrozî ya Hizba Demokrat roj bi roj rejîma Îslamî ya Îranê zêdetir dixe bin givaşê de

Kurdistanmedia: Peyama Newroziya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê derheq bi xebata nû di rasetaya girêdana xwebata Şar û çiya bi hevre, ku liser sînorên di navbera Kurdistana Bşûr û Kurdistana Rojhilat de hate pêşkêşkirin, roj bi roj rejîma Komara Îslamî ya Îranê ngîrantir dike û li hejmara hêzên xwe di Kurdistanê de zêde dike.
Her di vê derheqê de vê carê rejîma Îslamî ya Îranê li herêma “Jawero” ya ser bi bajarê Sine û bitaybet li gundên “Tewrîwer” û “Gelkên” ê hêzeke mezin di nava çadiran de cihgîr kiriye.


Ev hêza ku ji aliyê rejîma Komara Îslamî ve li wan deveran hatiye bi cihikirin, xwediyê hejmareke zêde ji çekên giran û nîv giran e.

Hêjayî basê ye ku piştî cihgîrkieina wan hêzan, hêzên rejîmê rê li hatin û çûyîna xelkê deverê bo wan deran girtiye.

Eva jî bûye sedema nîgeraniya xelkê deverê, û şahidên bûyerê dibêjin ku ev hêza ku li wir cihgîr bûye, jiyana wan bi şev û roj tal kiriye.