Bi sedema binpêkirina agirbesê ji aliyê Hûsiyan ve, Erebistan hêzeke pirçek dişîne Yemenê
Kurdistanmedia: Roja Şemî berwarê 14’ê Gulanê çavkaniyên nûçegihaniyê li Erebistana Si’ûdiyayê ragehandin ku, bi sedema binpêkirina çend carî ya agirbesê ji aliyê çekdarên Husiyan ve, artêşe Erebistanê hêzeke din bona piştevanî ji dewleta Yasayî ya Yemenê dişîne wî welatîz
Çavkaniyên ser bi dewleta Erebistanê eşkere kirin ku hêza şandî, hêzeke pirçek e û xwediyê çek û çolên pêşkevtî ne, û bona piştevaniya ji eniya “9”ê ya li Baskûrê Rojhilatê Sen’a yê hatiye şandin ku tê de berdewam agirbes tê binpêkirin û hêzên ser bi dewleta yasayî û fermî ya Yamenê dibin armanca êrîşên çekdarên Husiyan.
Eva di demekî de ye ku dewela fermî ya Yemenê bona rêgirtin ji berfirehbûna şer û qurbanîbûna zêdetir ya xelkê sivîl li Yemenê, di bin çavedêriya rêkxistina “NY” li welatê Kowêtê dest avête dansûstanan tevî Husiyan.
Lê rayedarên ser bi dewleta Yemenê ragehandin ku sedema sereke ya bi encamnegehîştina danûstanên di navbera wan û Husiyan de, binpêkirina agirbesê ji aliyê Husiyan ve bûye.