Rêûresma roja Şehîdan li Nawenda 3’ê ya Kurdistanê de bi rê ve çû
Kurdistanmedia: Rêûresma rêzgirtina ji roja 10’ê Xakelêwe, roja şehîdên Kurdistanê li Nawenda 3’ê ya Kurdistanê de bi rê ve çû.
Ew rêûresm di hola rêûresmên PDKÎ li kempa Cêjnekanê de, bi beşdariya pêşmergeyan, endamên PDKÎ û çendîn mêhvanan li Bakur û Rojavaya Kurdistanê bi xwendina sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” dest pê kir.
Piştre Kerîm Qelatî endamê Nawenda 3, û berpirsê beşa civakî, peyama Nawenda 3 bi boneya roja şehîdan xwend.
Piştre koma hunerî ya PDKÎ çendîn parçe muzîk bi vê boneyê ve pêşkêşî beşdaran kirin.
Di beşeke din ya vê rêûresmê de beşdaran serdana mezarê şehîdan kirin, û ji aliyê Sidîq Derwêşî endamê Komîteya Nawendî û berpirsê Nawenda 3’ê, û xatû Amîne Rehmanî hevjîna şehîd Silêman Sabirî tacegulek li ser mizarê şehîd Resûl Mihemedzade hate danîn.
Di beşa dawiyê de, pêşangeha wêneyan ya şehîdan hatibû amadekirin, ku beşdaran serdana wir kirin, û çav li wêneyên şehîdan kirin, û ew şehîdên riya azadiyê bi bîr anîn.